Encamên dengên derveyî welêt çawa ne?

15 May 2023 15:30 0 dîtin
Encamên dengên derveyî welêt çawa ne?

PeyamaKurd- Encamên dengên ku ji bo Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28emîn a Tirkiyeyê hatin dayîn, hatin eşkerekirin.

Li gorî daneyên hatin parvekirin, heta niha di hilbijartinên Serokomariyê de Recep Tayîp Erdogan di rêza yekemîn de û Kemal Kiliçdaroglu jî di rêza duyemîn de ye. 

Komîteyên sindoqan, li nûnertiyên biyanî yên li 73 welatan û 156 cihan ji bo hilbijêrên ku di lîsteyên hilbijartinê yên biyanî de qeydkirî ne hatibûn avakirin.

Encamên ku ji van sindoqan jî derketin, bi vî awayî bi raya giştî re hatin parvekirin:

Tevahiya sindoqan: 9.593 

Sindoqên vekirî: 8,320 (Ji % 86.73)

Recep Tayip Erdogan: Ji % 56.09

Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 40.76

Sînan Ogan: Ji 2.02

Muharem Înce: Ji % 1.13