Erdogan berpirsên Yekîtiya Ewropayê vexwendin Tirkiyê

21 January 2021 19:53 0 dîtin
Erdogan berpirsên Yekîtiya Ewropayê vexwendin Tirkiyê

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî ku li Brukselê bi Berpirsê Siyaseta Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re civiya daxuyanî da.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, atmosfera baş ya ku di Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de destpê kiriye didome û her du alî jî daxwaza başkirina pêwendiyan dikin. 

Çavuşoglu bal kişand ser ku di sala 202an de pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê nebaş bûn û piştî daxuyaniya hevbeş ya Lûtkeya meha Kanûna 2020ê, ji her du aliyan jî îradeya başkirina pêwendiyan derketiye pêş.

Çavuşoglu herwiha got, “Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyonê Ursula Vonder Leyen vexwendine Tirkiyeyê. Îro bi Borrell re, em ê dest bi amadekariyên vê civînê bikin."