Erdogan: Bila zanko ya Jinan hebe
PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan di mijara zankoya jinan de bi taybetî ya ku li Japonyayê heye mînak da û got bo çi li Tirkiyê zanko ya jinan tine be. Erdoğan weha got:
“Li Japonyayê ji 800 zankoyan 80 jê yên jina ye. Tenê keç diçin wan zankoyan. Ez niha bi bîra serokê YÖK (Rêxistina Xwendina Bilind) ê dixim, xebata xwe li gor wê bike. Divê Tirkiye jî gaveka weha bavêje.”
Erdoğan got ku li Japonyayê ji kreşe heya xwendina navendî, lîse û piştî wê di zankoyê de tenha keçan didin xwendin.
Japonya bi sedem ola xwe ne misilmane lê sibê kesên laîk dê li Tirkiyê derên û bêjin di nav keç û kuran de cudatî têkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin