Parlementerekî Kurdistanê: Bila li tevahiya zankoyan yek modêl kinc hebe

02 September 2019 11:18 0 dîtin
Parlementerekî Kurdistanê: Bila li tevahiya zankoyan yek modêl kinc hebe

PeyamaKurd - Endamekî parlementoya Kurdistanê daxwaz dike ku li tevahiya zankoyên Kurdistanê xwendekar û şagird yek modêl kinc li xwe bikin.

Parlementerê Kurdistanê Zana Mela Xalid, nameyek ji serokatiya parlementoya Kurdistanê re şandiye û tê de daxwaz kiriye, qanûn were derxistin da ku li tevahiya zankoyên Kurdistanê qutabî û şagird yek modêl kinc li xwe bikin.

Wî parlementerê Kurdistanê di şiroveya daxwaza xwe de jî gotiye, ew sîstem dibe sebeba wê yekê ku qutabî zêdetir mijûlî xwendin û perwerdeya xwe be ne li ber kirina kincên cur bi cur. Her wiha dibe sebeba wê ku xwendekarên hejar neçar nemînin dest ji xwendinê berdin.