Ermenîstan û Azerbaycanê agirbest ragihandin

10 October 2020 10:47 0 dîtin
Ermenîstan û Azerbaycanê agirbest ragihandin

PeyamaKurd Ermenîstan û Azerbaycanê, li ser agirbestê li hev kirin û îro wê ji saet 12:00an pêv li Qerebaxê agirbest pêk bê.

Bi banga Serokomarê Rûsyayê, Wezîrên Karên Derve yên Azerbaycan û Ermenîstanê li Moskovê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov re civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn.

Li gor daxuyaniyê, piştî civîneke 10 saetan, biryara agirbestê hat qebûlkirin.

Li gor daxuyaniyê sedema agirbestê ev e: ‘‘Ji bo pevguhertina hêsîran û cenazeyan li gorî navbeynkarî û pîvanên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ji bo armancên alîkariya mirovî agirbest hate ragihandin.’’