Esad: Armanca Erdogan, rewakirina êrîsan e

10 August 2023 16:30 0 dîtin
Esad: Armanca Erdogan, rewakirina êrîsan e

PeyamaKurd- Hûrgiliyên hevpeyvîna Serokê Suriyeyê Beşar Esad a di derbarê hevdîtina bi Erdogan re hatin parvekirin.

Beşar Esad, di hevpeyvîna ku rewşa siyasî ya welatê xwe nirxandibû de li ser pirsa “Gelo dê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re hevdîtinê bike yan na? got ku

“Gelo ez ê çima bi Erdogan re hevdîtinê bikim? Ji bo ku em hin tiştan vexwin em ê rûnin? Armanca me, vekişîna Tirkiyeyê ya ji xaka Suriyeyê ye û armanca Erdogan jî rewakirina êrîşa Tirkiyeyê ya ji bo ser Suriyeyê ye.

Esad amaje bi belavbûna madeya hişbir a Captagon li Suriyeyê jî kir û got, "Welatên ku bazirganiya madeyên hişber dikin, ew welatên ku aloziyê li Suriyeyê derdixin in."

 

Beşar Esad bal kişand ser wê yekê ku Şamê "bi awayên cuda" sizayên Amerîkayê bi ser xistiye û got, “Dan û stendinên ligel Washingtonê, tu encam nedane."