Esed: “Trump temsîla Amerîkayê nake”
PeyamaKurd- Serokê dewleta Sûriyê Beşar Esed di bernameya tv yê de ragihand ku ew li HSDê teklîfa tevlîbûna wan ya nav artêşê kiriye û gotiye bi hevre li dijî Tirkiyê şer bikin. Li gor BBC yê HSD ê teklîfa Esed qebûl nekiriye û Esed dibêje dixwazin sîlihên di destê xwe de biparêzin.
Esed bo xebatên Amerîkayê yên li Sûriyê bi eşqiyatî binav kir û weha got:
“Serokê Amerîkayê temsîla dewletê nake û ew tenha rêvebirekî şîrketê ye. Li pişt wî rêvebiriya îdarî heye. Ew rêvebirî temsîla esas xwediyên Amerîkayê yên şîrketên mezin dike. Ew jî şîrketên petrolê ne, yên hilberînerên sîlihane, yên bankayan û lobîkarên din in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin