Fermandarê HSDê, rewsa Dêrezorê nirxand
PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser rewşa aloz a li Dêrezorê axivî.
Mazlûm Ebdî, ji bo Reutersê axivî û diyar kir ku wan ji bo kesên ku di şer û pevçûnên ku li Dêrezorê di navbera HSDê û eşîrên ereban de derketine de plana lêborîna giştî amade kiriye.
Fermandarê HSDê amaje bi wê yekê kir ku wan ji bo kesên ku di şer û pevçûnên di navbera HSD û eşîrên Ereb ên li Dêrezorê de derketine de plana lêborîna giştî amade kiriye û da zanîn ku wan ligel serokên eşîran hevdîtin kirine û ew ê di rêveberiya herêmê de daxwazan bi cih bînin û ‘şaşiyan sererast bikin.’
Mazlûm Ebdî diyar kir ku Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ya girêdayî HSDê jî dê ji nû ve bê avakirin û got ku şervanên hikûmeta Şamê yên di pevçûnan de hatine girtin, di çarçoveya efûyê de nayên berdan.
Her wiha Ebdî diyar kir ku ew ê bi serokên eşîran re civînekê li dar bixin û tê de gilî û gazindên demdirêj ên ji perwerdehiyê heta aborî û ewlehiyê bên nîqaşkirin û da zanîn ku ew wekî HSD, ji rexneyan re vekir ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin