Fuad Husên îro serdana Tehranê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro serdana Tehranê dike.
Li gor Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade diyar kir, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, wê îro serdana Tehranê bike.
Xetîbzade destnîşan kir, Fuad Husên dê bi Wezîrê Derve yê Îranê û çend berpirsên din yên Îranê re hevdîtinan pêk bîne.
Herwiha wî berpirsê Îranî da zanîn, Wezîrê Derve yê Iraqê û berpirsên Îranê, dê li ser pêwendiyên Bexda û Tehranê, bicîhanîna rêkeftinên berê û rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin