Hamas : Dîlgirtiyên Îsraîlî windabûne
PeyamaKurd- Hamas ragihand ku ji 60’an zêdetir dîlgirtiyên Îsraîlî windabûne.
Daxuyaniya ku dîlgirtiyên di destên Hamasê de windabûne, ji aliyê Peyvdarê Çekdarên Îzzeddîn el-Kassam Ebû Ubeyde ve hat dayîn.
Ebû Ubeyde ragihandiye ku ji ber êrişên Îsraîlê ji 60 kesan zêdetir dîlgirtî winda bûne û heta niha termê 23 dilgirtiyan ji bin kavilan derxistine û yên din jî di bin kavilande mane.
Ji aliyê dinde Peyvdarê Leşkerî yê Îsraîlê Danîel Hagarî daxuyaniya peyvdarê Hamasê piştrast nekir û ragihand ku herî dawî 240 dîlgirtiyên Îsraîlî li Xazzeyê di destên Hamasêdebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin