Helîkoptera îstixbarata Rûsyayê ket: 3 mirî...

29 August 2023 18:54 0 dîtin
Helîkoptera îstixbarata Rûsyayê ket: 3 mirî...

PeyamaKurd - Hate ragihandin îro 29ê Tebaxê li herêma Çelyabînskê ya Rûsyayê helîkoptera modela Mi-8ê ket xwar û 3 kes mirin.

Parêzgarê Çelyabînskê Aleksey Teksler ragihandiye, helîkoptera modela Mi-8ê ya Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê FSB li herêmê ket xwar û li gorî encamên destpêkê di qezayê de 3 kesan can daye.

Aleksey Teksler sersaxî da malbatên kesên di helîkopterê de mirine.

Li aliyê din, medyayên Ukraynayê derbarê helîkoptera ketî de gelek parvekirin kirin ku dibêjin guman heye ew helîkopter ji aliyê Ukraynayê ve hatibe xistin.