Helîkoptereke leskerî ya Iraqê kete xwar
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro Sêşemê êvarê helîkoptereke leşkerî ya Iraqê li sînorê parêzgeha Mîsanê li başûrê Iraqê ket û xwar û 2 kesên tê de birîndar bûn.
Çavkaniyeke ewlehiya Iraqê ragihand ku helîkoptereke leşkerî di dema daketinê de ketiye xwarê û 2 kesên tê de birîndar bûne.
Hat diyarkirin helîkopter li nehiyeya Seyid Ehmedî Refayî ya navçeya Meymune ya Mîsanê ketiye xwar.
Hat eşkerekirin 6 kes di helîkopterê de hebûn û 2 kes ji wan birîndar bûne û birîndar ji bo nexweşxaneya Mîsanê hatine veguhestin.
Hêzên ewlehiya Iraqê herêm dorpêç kirine û li ser sedema ketina helîkopterê lêkolîn dan destpêkirin.
Wezarea Bergiriya Iraqê ketina helîkopterê piştrast kir û ragihand, cûreya helîkopterê M 17 ye û ya artêşa Iraqê ye û ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye xwarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin