Hemas: Em ê peymana pevguhertina girtiyan bidomînin

13 February 2025 14:57 0 dîtin
Hemas: Em ê peymana pevguhertina girtiyan bidomînin

PeyamaKurd – Hemasê, li ser gerantiya welatên navgîniyê ku dê astengiyên Îsraîlê yên li ser peymanê rakin, ragihand ku dê peymana pevguhertina girtiyan dê berdewam bike.

Li Xezeyê, nêzîkî mehekê berê peymana agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de hatibû ragihandin, lê çend rojên dawî ketibû nav tengasiyê. 

Piştî ku Îsraîl û Amerîkayê roja şemiyê weke rojeke ji bo azadkirina pevguhertina girtiyan destnîşan kirin, ji Hemasê daxuyaniyek hat. 

Di daxuyaniyê de, hate ragihandin ku li ser soza welatên navgîniyê ku dê astengiyên Îsraîlê yên li ser peymanê rakin, peymana pevguhertina girtiyên dê berdewam bike.