Di navbera Îsraîl û Hemasê de li ser pevguhertina girtiyan trafîka nameyan

12 April 2020 21:49 0 dîtin
Di navbera Îsraîl û Hemasê de li ser pevguhertina girtiyan trafîka nameyan

PeyamaKurd – Di navbera hikûmeta Îsraîlê û rêxistina Hemasê de ji bo serbest berdana girtiyan danûstandin dest pê kirine ku herdu aliyan jî bi rêya Misirê name gihandine aliyan.

Piştî êrîşa Îsraîlê ya sala 2014an de bi ser Xezayê de, Hemasê jî ragihandibû ku wan hejmarak leşkerên Îsraîlê dîl girtine û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e ku Hemas dixwaze ji Îsraîlê tawîzan bistîne daku girtiyên Filistînê yên di girtîgehên Îsraîlê bên berdan.

Rojnameya Ma’arif a Îsraîlî li ser zimanê çavkaniyan ragihandiye ku girêbesta pevguhartina esîran di navbera Îsraîl û Hemasê de di asta dawî de ye û Îsraîlê xwestekên Hemasê pejirandine û Hemasê jî bi rêya nameyeke navbeynkariya Misrê pevguhertina dîlan qebûl kiriye.

Rojnameyê diyar kiriye ku Îsraîl serbestberdana girtiyên temenmezin, jin, nexweş û yên kêmî 18 saliyê qebûl kiriye, lê li ser hejmara girtiyên bên berdan hîn daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Li gorî Rojnameya Ma’arif a Îsraîlî, "Heger şertên Îsraîlê werin erêkirin, dê Îsraîl di demeke kurt de dest bi girêbestê bike. Lê ne diyar e ka pêvajo dê çend mehan dewam bike.”