Herêma Kurdistanê îtxalata firingiyan qedexe kir

23 August 2019 09:40
Herêma Kurdistanê îtxalata firingiyan qedexe kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêveberiya Herêma Kurdistana ji bo pêşxistina hilberîna herêmî îtxalata firingiyan qedexe kir.

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê û Çandiniyê yê Herêma Kurdistanê Huseyn Heme Salihê li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ji bo parastina cotkarên herêmî ji 1ê îlonê pê va ew ê destûrê nedin îtxalata firîngiyan.

Salih got ku ew ê ji bo pêşxistina hilberîna herêmî bixebitin û wiha axivî: "Em ê hemû dexl û denê têra herêmê tên ajotin qedexe bikin ku neyên îtxalkirin."

Salih got heke çandiniya firingiyan a xwecihî têra piyaseya navxweyî neke an jî biha zehf zêde bibe ew ê biryareke cuda bidin.

Îsmaîl Mihemedê esnafê Hala Sewze û Mêweyan a Hewlêrê diyar kir ku niha li piyaseya navxweyî nirxê firingiyan erzan bûye. Mihemed diyar kir ku firingiyan ji Îran, Tirkiye û Sûriyeyê îtxal dikin û wiha pê da çû:  "Em herî zêde ji Îranê firingiyan îtxal dikin. Ji ber qedexeya îtxalata firingiyan dibe ku biha hinekî zêde bibe lêbelê ew ê bandoreke neyînî li ser piyaseyê nehêle."