Hevsaredarên HDPyî hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hevşaredarên navçeyên Muradiye, Qerqelî û Elbakê bi hinceta lêpirsina terorê hatin desteserkirin.
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya lêpirsîneke terorê de hevşaredarên navçeyên Muradiye, Qerqelî û Elbakê bi hinceta lêpirsina terorê hatin desteserkirin.
Li gorî zanyariyên berdest, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Wanê Şaredarê Muradiyeyê Yilmaz Şalan û hevşaredar Leyla Balkan, Hevşaredarê Qerqeliyê Yakup Almaç û endama meclisa şaredariya Dilen Orenci û Şaredarên Elbakê Erkan Acar hatin desteserkirin.
Hêj sedema desteserkirina wan şaredarên HDPyî nehatiye eşerekirin.
Berê jî hevserokên 24 şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên di destê HDPê de hatibûn girtin û hikûmeta Tirkiyê qeyûm bo wan şaredariyan qeyûm erkdar kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin