Hevserokê Saredariya Tetwanê hat binçavkirin

17 February 2025 15:30 0 dîtin
Hevserokê Saredariya Tetwanê hat binçavkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hevserokê Şaredariya Navçeya Bedlîsê Tetwanê, Mûmîn Erol bi hinceta ku heqaret li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kiriye hat binçavkirin. 

Hat diyarkirin ku pêvajoya îfadeya Erol a li midîriyeta polîsan dewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mûmîn Erolê ji Partiya DEMê di hilbijartinên şaredariyê yên 31ê adara 2024an, % 48.53yê dengan wergirtibû.