Heyeta Kurdistanê bo hevdîtinên Bexdayê ragihand
PeyamaKurd- Heyeta hukumeta Kurdistanê ya ku çûbû Bexdayê da bi hukumeta Bexdayê re hevdîtinan bike ragihand ku wan di mijara budçe û petrolê de du komîsyonan avakirine û dixebitin da pirsgirêkan çareser bikin. Ragihandina heyetê ya nivîskî weha ye:
“Hevdîtinên erênî bûn. Em li ser pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û hukumeta Bexdayê rawestiyan. Hem bo çareseriyê pêşniyar hatin kirin.”
Li gor beyana heyetê di 2 hefteyên borî de di navbera wan de hevdîtin hatin kirin. Bo hevdîtinên mijara petrolê de jî heya bigihên çareseriyekî, wê hevdîtin dewam bikin. Di beyana heyetê de li ser budçeya sala 2019 û 2020an weha hat gotin:
“Budçe ya ku di sala 2019an û 2020an de hat şandin, di mehên ewilî de perên ku dihatin, nîvê wan pereyan bo maaşên memûran dihat dayîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin