Heyeta YSKê îro diçe herêma erdhejê

27 February 2023 13:28
Heyeta YSKê îro diçe herêma erdhejê

PeyamaKurd – Heyeta Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê (YSK) ji bo lêkolînê bike wê îro biçe herêma erdhejê.

Jimartina hilbijartinan destpê kir.

Di erdhejên 6ê Sibatê yên li Mereşê bi lerza 7,7 û 7,6an pêk hat de zêdeyî 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber erdhejên ku li 11 bajaran bandor bûn, bi sed hezaran kes koçî bajarên din kirin.

Heyeta YSKê wê biçe parêzgehên ku ji ber erdhejê zerar dîtine û şert û mercên herêmê di cih de bişopîne. Şanda hatiye avakirin wê dest bi serdana 11 parêzgehan bike.

Li ser rewşa mexdûrên erdhejê, kesên ku bo parêzgehên din hatine derxistin û ewlehiya hilbijartinê dê raporek bê amadekirin. Rapor wê li YSKê bê nîqaşkirin.

"Wê çêkirina konteynerên ji bo sindoqan were rojevê"

Piştî ziyaretên rayedarên YSKê yên herêmê wê diyar bibe ku gelên li herêma erdhejê dijîn wê dengên xwe bidin kê.

Li bajarên kon û çêkirina konteynerên sindoqan wê bên rojevê. Li herêmên ku dengdayîn ne mimkun e jî girtina sindoqên dengdanê di nav vebijarkan de ye.

Herwiha lêkolîn tên kirin da ku mexdûrên erdhejê li parêzgehên ku lê dijîn dengê xwe bidin, eger qeydên nifûsa wan hebin.

Tê diyarkirin ku hejmara wekîlên 11 parêzgehan nayê guhertin.

YSK wê di pêvajoya hilbijartinê de li gorî hewcedariyên guherînê qanûn biguherîne. Nûvekirinên di lîsteya hilbijartinê de wê bên şopandin.