Hilbijartina Hindistanê partiya Modi qezenc kir

05 June 2024 00:23 0 dîtin
Hilbijartina Hindistanê partiya Modi qezenc kir

PeyamaKurd – Hilbijartina giştî ya Hindistanê ku di 6 heftan de qediya, partiya ku serpereştiya wê serokwezîr Narendra Modi dike ya bi navê Partiya Bharatiya Janata qezenc kir ku weka koalisyon ketibûn hilibijartinan. Hevkariya Demokratîk ya Netewî (NDA) sîwana wan ya hilbijartinê bû.

Hilbijartin di 19ê Nîsanê de destpêkir û di 1ê Hezîranê de bi dawî bû. Li Hindistanê Meclisa Gel ku baskê jêr yê meclisê ye, partiya Modi û hevkarên wê ji 543 kursiyan 295ê wê bidest xistin.