Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê hatin pasxistin
PeyamaKurd - Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bi sedema belavbûna vîrusa koronayê, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê bi paş xist û Wezareta Ewqafê jî nimêjên bi komî radiwestîne.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand, Serokê Sûriyê biryara (86) a sala 2020an der kir, li gor wê jî hilbijartinên Parlemana Sûriyê hatin paşxistin.
Berî niha hatibû ragihandin ku wê di meha Nîsana bê de hilbijatinên Parlemana Sûriyê werin kirin, lê li gor vê biryarê, hilbijartin ji bo 20 Gulana bê hatin paşxistin.
Herwiha Wezareta Ewqafê ya Sûriyê jî bi sedema belavbûna vîrûsa koronayê nimêja bikomî û hemû civîn û waneyên olî heta roja 4ê Nîsanê rawestandin.
Wezîrê Tenduristiya Sûriyê Nîzar Yazcî jî red dike ku ti haleteke tûşbûna bi vîrusa korona li Sûriyê hatibe tomarkirin.
Lê li gor zanyariyên Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) yên berî çend rojan, 62 haletên tûşbûna bi korona li 4 parêzgehên Sûriyê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin