HSDê êrîsa DAISê asteng kir!

18 June 2024 10:39 0 dîtin
HSDê êrîsa DAISê asteng kir!

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrîşa ku rêxistina terorê DAIŞê li Dêrezorê plan kiribû asteng kir û 2 endamên DAIŞê kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Îngilîstanê ye di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li rojhilatê Dêrezorê 2 çekdarên DAIŞê yên ku amadekariya êrîşa li ser herêmên di bin kontrola HSDê de dikirin hatin kuştin."

Tevî ku rêxistina terorîst a DAIŞê êdî ti herêmek li Rojava û Sûriyê kontrol nake jî, lê bi revandin, êrîş û bombebarankirinê xetereya ewlehiyê berdewam dike.

HSD gelek caran li dijî rêxistinê operasyonan pêk tîne. Herwiha, HSD got, "DAIŞ hîn jî hewl dide ku hêmanên terorîst ên nû tecnîd bike û wan di nav refên xwe de radîkal bike" û bang li civaka navdewletî kir ku "bi awayekî bi bandor" bi hêzên xwe re hevkariyê bike.