Hukumeta Kurdistanê îtxalata xiyaran qedexe kir
PeyamaKurd – Ji ber hukumeta Herêma Kurdistanê xwe amade dike da xiyaran bifroşe derveyê welat an ku îxracata wan bike, îtxalata xiyaran ya ji derve qedexe kir. Li gor ragihandina ofîsa Medya û Enformasyonê ya hukumeta Herêma Kurdistanê ku ragihandiye:
“Hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo destekê bide cotyaran û çandiniya Kurdistanê teşwîq bike, biryara qedexekirina îtxalata xiyaran da. Yek ji armanca hukumetê ewe e ku cotyar karibin berhemên xwe bifroşin û di vê çarçovê de bacên ku ji çandiniyên hundir dema îxrac dikrin ditendin, ew bac hatin rakirin.
Piştî pêdiviyên cîh hatin temînkirin, ji bo bi ala Kurdistanê berheman îxrac bikin gelek fabrîke hatine avakirin. Niha tenê li gundeki Akrê, rojane 6 ton xiyar tê hilberîn. Ji bilî pêdiviya xelkê herêmê, cotyuar îxracata xiyaran dikin ji bo orta Iraqê û başûrê Iraqê. Ji bo bişînin derve jî xebat dewam dikin.
Li gundê Spîmal a Akrê ji 200 malbatan zêdetir xiyaran hildiberînin û ev jî dike ku bi hezarî kes bibin xwediyê kar.”
Herêma Kurdistanê niha hinar, birinc, kuncî, tirî, sêv û hingiv difroşe derve û ji bo firotina berhemên din xebat dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin