Îdia: Rusyayê, êrîsî daneyên Amerîkayê kir!

23 June 2023 15:30 0 dîtin
Îdia: Rusyayê, êrîsî daneyên Amerîkayê kir!

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Pergala Pensionê ya Karmendên Gelemperiya Kalîforniyayê hat dayîn, Rusyayê li dijî daneyên bi hezaran kesên Amerîkî êrîşa sîber kir.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat îdiakirin ku Rusyayê, li dijî daneyên 769 hezar kesî êrîşa sîber kiriye û ev dane bi dest xistine.

Li gorî hat diyarkirin, ev dane aîdî kesên malnişîn in û hat bibîrxistin ku di meha hezîranê de ji ber êrîşa sîber a ku di amûra veguheztina pelan MOVEit Transfer de xisarek îstîfade kir, bandor li gelek kes û saziyan kir.

Her wiha hat eşkerekirin ku di nav wan de agahiyên wekî nav û paşnav, dîroka jidayikbûnê, hejmarên ewlehiya civakî û navên endamên malbatê hene. Di vê navberê de kesên ku daneyên wan ên takekesî hatine dizîn jî di derbarê mijarê de hatin agahdarkirin.