Îhtiraza Doza Tahîr Elçî hat redkirin
PeyamaKurd – Di wê dozê de ku di sala 2015an de li navçeya navendî ya Sûra Diyarbekirê de Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî bi gulebaranê hat qetilkirin, serlêdana îtirazê ya beraata polîsên bersûc Sînan Tabûr, Fuat Tan û Mesut Sevgî hat kirin.
Daîreya 10emîn a Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Diyarbekirê îhtiraza li dijî biryara 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê nirxand û biryar da ku serlêdana îtirazê ya di esasê xwe de red bike. Di biryarê de hat gotin ku “Di biryar û hincet tune ne ku li hiqûqê neguncin” û ev tişt hatin gotin:
“Di wan delîl û pêvajoyan de ku li gorî qanûnê hatine bidestxistin, kêmasiyek tune ye, rûniştin li gorî rêgezê hatine kirin, îddîa û parêznameyên hemî aliyan di qonaxên darizandina sûc de ku heyamek bingehîn hebû, bi hev re bûn ew bi delîlên şênber hat nirxandin û bi hincetan biryar hat dayin û herweha nehat tespîtkirin ku ev kiryara ku tê sûcdarkirin ji aliyê bersûcan ve hatiye kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin