Îranê du pêsmergeyên Rojhilatê girtin!
PeyamaKurd- Îranê du pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê yên girêdayî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) girtin.
Di derbarê mijarê de Wezareta Îstîxbarata Îranê daxuyaniyek da û got ku Yekîneyên Muhafizên Şoreşa Îranê, li Eyaleta Kurdistanê li bajarê Seqizê du pêşmergeyên PAKê girtine. Leşkerên Îranê dest daniye ser çek û sîlehên pêşmergeyan.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê jî ragihand ku du pêşmergeyên PAKê yên li ser nufûsa Serdeştê yê bi navên Hoşmend Alîpur û yê li ser nufûsa Seqizê Muhmammed Ustadkader di 3ê Tebaxê de hatine girtin.
Ji ber ku ji aliyê Îranê ve heye ku îşkence li wan were kirin an jî heye ku werin idamkirin, Hengawê bal kişande ser girtina van her du pêşmergeyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin