Îro Serokkomarê Iraqê serdana Hewlêrê dike

03 October 2022 10:35 0 dîtin
Îro Serokkomarê Iraqê serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd – Îro Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û hejmarek serkirdeyên aliyên siyasî yên Iraqê di çarçoveya beşdarîbûna merasîma salvegera koça dawî ya serokkomarê pêştir ê Iraqê û sekreterê berê yê YNKê Celal Talebanî de, serdana Hewlêrê dikin.

Li gor zanyariyan, îro 5emîn slavegera koça dawiyê ya serokkomarê berê yê Iraqê û sekreterê giştî yê berê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Celal Talebanî ye.

Herwiha biryar e îro piştî nîvro li Hewlêrê merasîmek ji bo salvegera koça dawî ya Celal Talebanî û bîranîna wî bê lidarxistin.

Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û serkirdeyê piraniya partiyên Başûrê Kurdistanê tevli merasima bîranînê dibin û di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê gotarekê pêşkêş bike.

Serokwrezîrê Iraqê Mistefa Kazimî wê îro berî nîvro bi Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re bicive.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî; Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî û Serokê Bizava Hîkme Emmar Hekîm jî beşdarî di merasîmê de dibin.

Hêjayî gotinê ye, Celal Talebanî, serokkomarê pêştir ê Iraqê û sekreterê giştî yê berê yê YNKê roja 3ê Cotmeha 2017an piştî çend salan ji nexweşiyê li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawî kir.