Sandeke ewlekariya Iraqê ji bo navçeyên Kurdistanî serdana Hewlêrê dike

11 January 2021 15:27 0 dîtin
Sandeke ewlekariya Iraqê ji bo navçeyên Kurdistanî serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çav li rê ye di demeke nêzîk de, şandeke Wezareta Berevaniya Iraqê ji bo gotûbêjkirina rewşa navçeyên Kurdistanî serdana Hewlêrê bike û bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bicive.

Li gor zanyariyan biryare di demeke nêzîk de şanda hikûmeta Iraqê bi armanca guftûgokirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û vegera Pêşmerge bo wan navçeyan serdana Hewlêrê dike.

Hat zanîn ku wê şanda Iraqê bi Wezareta Pêşmerge re, danîna rawestgehên hevbeş û xalên hevbeş li gor rêkeftina berê guftûgo bike û li ser rewşa navçeyên Kurdistanî bigihin çend biryarên girîng bistînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev nêzî du sal in Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Pêşmerge li ser heman mijaran gotûbêjan dikin û çend protokol û rêkeftin jî di wê derbarê de hatine pêk hatine ku heta niha hikûmeta Iraqê ji bo bicihanîna wan protokol û rêkeftinan gav neavêtiye.