ISÎD dixwaze careke dî Mûsilê vegire!
PeyamaKurd- Piştî Cotmeha sala 2016an, IŞÎD dixwaze careke dî li Mûsilê qontrola xwe pêk bîne.
Di derbarê mijarê de çavkaniyeke nûçeyan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku IŞÎDê biryar daye ku navçeya Beacê bistîne. Ji ber îhtîmala êrîşên IŞÎDê, gelê herêmê bi tirs e.
Hat ragihandin ku li ser van geşedanan, hinek yekîneyên artêşê û hêzên polîsan ji bo ku navçeyê biparêzin derbasî herêmê bûn.
Di sala 2014an de Beac ketibû destê IŞÎDê de. Di 4ê Hezîrana 2017an de ji aliyê Artêşa Iraqê ve careke dî hate standin. Piştî ku IŞÎD ji herêmê derket, bi qasî 180 hezar sivîl vegeriyane navçeyê.
Ji xeynî vê jî IŞÎDê li Mûsil, Kerkûk, Diyala, Selahaddîn û Enbarê êrîşên xwe zêde kirin. Serokwezîrê Iraqê Abadî di dawiya 2017an de gotibû ku êdî IŞÎD li Iraqê xilas bûye.
Di demên dawî de IŞÎDê êrîşên xwe zêdetir dike. Li Mûsilê di van rojên dawî de IŞÎDê herî kêm 15 kes kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin