Xelkê Mûsilê dixwaze Pêsmerge parastina wan bike

17 February 2020 01:42 0 dîtin
Xelkê Mûsilê dixwaze Pêsmerge parastina wan bike

PeyamaKurd - Berpirsê baskê 14 yê PDKê li Mûsilê Elî Xelîl got, ji ber rewşa nebaş a Mûsilê rojane hejmarek hemwelatî Mûsilê bicih dihêlin û koçberî herêma Kurdistanê dibin.

Berpirsê baskê 14ê yê PDKê li Mûsilê Elî Xelîl ji basnewsê re ragehandiye, “Rojane bi dehan malbat Mûsilê bicih dihêlin û berê xwe didin herêma Kurdistanê. Ji ber xelk jiyana xwe piştrast nîne li Mûsilê. Ji ber Heşdî Şeibî berdewam gefan li hemwelatiyan dixwe, tirsê nav xelkê de ava dike. Herwaha jî heta naha terorîstên DAIŞê li Mûsilê xilas nebûne û şaneyên wan hene. Bi awayekî grup ew şane xwe lêkdane û xelk jê ditirse, ku ew şaneyên DAIŞê rabin û tewanan dijî xelkê sivîl bikin. Lewra xelkê Mûsilê dubare mal û halên xwe bicîh dihêlin.”

Elî Xelîl dibêje: “Xelkê Mûsilê dixwaze Pêşmergeyên Kurdistanê vegere deverê bo parastina wan. Herwiha jî ewlehiya Mûsilê di dest polîs de be û hemû grubên nav Mûsilê bên derxistin û berî çend rojan jî pêkhateyên deşta Nînowa dijî reftarên Heşdî Şeibî xwe xwepêşandanek pêkanîn û dengê nerazîbûna hemwelatiyan dijî Heşdî Şeibî bilind dibe.”