Îspanya, tanqên Leopard 2A4 disîne Ukraynayê
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji Rojnameya El Paisê ya Îspanî hat ragihandin, rayedarên Îspanyayê plansaziyekê dikin ku ji 4 heta 6 tanqên tîpa "Leopard 2A4" bişînin Ukraynayê.
Di nûçeya ku li ser agahiyên çavkaniyeke hikûmetê hat parvekirin de hat diyarkirin ku hejmara tanqên ku dê ji Îspanyayê ji bo Ukraynayê bên şandin, bi rewşa tanqên heyî ve girêdayî ye û çend welatên din dê piştgiriyê bidin Ukraynayê.
Di derbarê vê agahiyê de heta niha ji aliyê rayedarên Wezareta Berevaniya Îspanyayê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Rêveberiya Kievê, di vê mehê de li dijî Rusyayê ji welatên rojava sozên tanqan girtibû.
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba, duh gotibû ku welatê wî pêşbînî dike ku di rêza yekem de 120 heta 140 tanqan ji 12 welatan bidest bixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin