Îsraîl: Me balafireke bêmirov xist xwarê

18 January 2024 22:09 0 dîtin
Îsraîl: Me balafireke bêmirov xist xwarê

PeyamaKurd – Îsraîlê ragihand ku wê balafireke bêmirov a ku ji Deryaya Sor ber bi qada hewayî ya wê ve diçû xist xwarê.

Di daxuyanîya ku ji aliyê artêşê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku "balafireke bi guman a bêmirov" a ku ber bi qada hewayî ya Îsraîlê ve diçû bi moşekê hat îmhakirin û dema moşek hat avêtin li bajêr sîrenên hişyariyê hatin lêxistin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma Deryaya Sor balafireke bêmirov a ku ber bi qada hewayî ya Îsraîlê diçû, hat xistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de derbarê balafira bêmirov a ku li bajarê Eîlatê ya li peravên Deryaya Sor hat xistin de agahî hatin dayîn.

Hat diyarkirin ku pêgereke bi guman a bêmirov a ku ji Deryaya Sor ber bi qada hewayî ya Îsraîlê ve diçû, bi moşekê hat îmhakirin û dema moşek hat avêtin li bajêr sîrenên hişyariyê hatin lêxistin.

Agahiyek nehat dayîn bê kê balafira navborî şandiye.

Di hefteyên dawî de, Hûsiyên Yemenê bi balafirên bêmirov û moşekan êrîşî Eilat a li başûrê Îsraîlê li peravên Deryaya Sor dikin.