Îsraîl | Proseya hilbijartina Parlamentoyê destpê kir
PeyamaKurd – Li Îsraîlê proseya hilbijartina Parlamentoyê destpê kir û di wê di hilbijartinê de 120 parlamenter werin hilbijartin.
Li gor zanyariyan, îro Sêşemê 1ê Mijdarê proseya dengdanê ji bo hilbijartina Parlementoya Îsraîlê destpê kir.
Li Îsraîlê ji ber ku hikûmeta hevpeymanî ya Îsraîlê nikaribû aramiya siyasî dabîn bike, biryara hilbijartinên pêşwext hate dayîn û di vê çarçoveyê de jî îro Sêşemê proseya dengdanê destpê kir û welatiyên Îsraîlê ji bo hilbijartina 120 parlementerên xwe çûn ser sindoqan.
Hêjayî gotinê ye ku di nava çar salan de ev cara 5a ne ku, li Îsraîlê hilbijartin tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin