Îsraîl: Serokê Hizbullahê Nasrallah hate kustin
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê angaşt ku Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî angaşt ku Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nasralah di hêrişeke li başûrê Beyrûtê de hatiye kuştin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê David Abraham da zanîn, “Hesen Nasralah di êrişa Înê de hat kuştin.”
Her wiha Sererkanê Îsraîlê Herzî Halewî jî got ku "kuştina Nasrallah ji her aliyên ku gefê li Îsraîlê dixwin re peyamek e ku Îsraîl dikare xwe bigihîne her kesî."
Halewî got: "Ev ne hewla dawî ye û ev hewl wê bidomin."
Hizbullah: Mirina Nasrallah nehatiye piştrastkirin
Piştî vê daxuyaniya Îsraîlê Hizbullahê jî ragihand ku heta niha mirina Sekreterê Giştî nehatiye piştrastkirin.
Berdevkê Hizbulaha Lubnanê ji Rûdawê re ragihand ku heta niha mirina Nasralah nehatiye piştrastkirin.
Berdevkê Hizbulahê Rana Sahirî jî îro ji Rûdawê re ragihand ku mirina Nasralah nehatiye “piştrastkirin”.
"Fermandarên payebilind jî hatin kuştin"
Artêşa Îsraîlê her wiha da zanîn ku di wê hêrişê de fermandarê payebilind ê Hizbulahê Alî Karkî û çend fermandarên din ên Hizballahê jî hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê duh li başûrê Beyrûtê dest bi hêrişeke dijwar kiribû û li dijî navenda sereke ya Hizbulahê hêrişeke mezin pêk anîbû.
Jêderên nêzîkî Hizbulahê ragihand ku di vê hêrişa Îsraîlê de 6 avahî hilweşiyane.
Çend çavkaniyên medyayî yên Îsraîlê diyar kir ku Hesen Nasralah armanc bûye lê çavkaniyên nêzîkî Hizbulahê û medyaya Îranê destnîşan kir ku ew sax e.
Piştî êrişê artêşa Îsraîlê ti agahî nedan û got ku ew lêkolînê dikin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh di axaftina xwe ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de got:
“Hizbulah rêya şer hilbijart. Ji şer pê ve tu çareya me nemaye.
Em dê şer bikin heta ku em hemû armancên xwe pêk bînin.”
Şer û pevçûnên di navbera Hizbulah û Îsraîlê de piştî destpêkirina şerê Xezeyê ya 7ê Cotmeha 2023yan dest pê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin