Îsraîlê daxwaza valakirina Nexwesxaneya Qutsê kir!
PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê şeva din derdora Nexweşxaneya Qudsê ya ku nêzî 12 hezar kes lê xwe spartibûn Şerîda Gazzeyê bombebaran kirin.
Li gor agahiya ku ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê ji çavkaniyên xwe yên li herêmê da, di destpêka roja 24emîn a şer de, balafirên şer ên Îsraîlê tevahiya şevê avahiyên derdora Nexweşxaneya Qudsê rastî bomberdûmaneke dijwar kirin.
12 hezar kesên ku xwe sipartibûn Nexweşxaneya Qudsê ya girêdayî Heyva Sor a Filistînê, di dema bomberdûmanê de zehmetî kişandin.
Heyva Sor a Filistînê di daxuyaniya xwe de diyar kir, rayedarên Îsraîlî bi bombekirina Nexweşxaneya Qudsê tehdîd kirine û daxwaza tavilê valakirina Nexweşxaneya Qudsê kirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, hêzên artêşa Îsraîlê yên ku ji personelên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Qudsê ya li herêma Tel el-Heva ya Gazzeyê û sivîlên ku li wê derê sitar bûne xwestin ku ji nexweşxaneyê derkevin, bi qestî derdora nexweşxaneyê û hin sivîlan bombebaran kirin. beşên wê zirar dîtine, û kadroyên pizîşkî yên li nexweşxaneyê dest ji erkên xwe bernadin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, 12 hezar kes bi hinceta ku ewleh e li Nexweşxaneya Qudsê sitar bûne û nexweş û birîndar jî di nav de nêzî 800 kes li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin