Îsraîlê, gefa ser li Lubnanê xwar
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz, li ser hegera ku Hizbûllah binesaziyên Îsraîlê bike hedefa êrîşên xwe, gefa şer xwar. Gantz di hişyariya xwe de got, “Berdêla vê dê giran be.”
Benny Gantz, bi rêya daxuyaniyekê Hizbûllah hişyar kir ku di hegera êrîşeke bi piştgirya Îranê li binesaziyên Îsraîlê bê kirin de ew ê berdêlên giran bidin. Gantz di hişariya xwe de got,
“Heger ku Hizbûllah bixwaze zerarê bide binesaziya me û serweriya me, ew ê ev yek bibe sedem ku Lubnan berdêleke giran a leşkerî bide.”
Her wiha hat ragihandin ku dê Kabîneya Wezîran a Karên Ewlehî û Siyasî ya Îsraîlê, bi navbeynkariya Amerîkayê, ji bo diyarkirina sînorê deryayî ya navbera Îsraîl û Lubnanê, ji bo lihevkirina peymanekê werin gel hev.
Rayedarekî Îsraîlî yê ku biryara redkirina daxwaza lêhûrbûnê ya Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ragihand, da zanîn ku di rewşa ku Hizbûllaha Lubnanê bi piştgiriya Îranê li ser qada Karişê ya platforma lêgerîna gazê gef bixwe, dê hevdîtin werin rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin