Îsraîlê hisyariyeke tund da Hizbullahê!
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant, hişyariyeke tund da Hizbûllaha Lubnanê ku Îran piştevaniya wê dike.
Galland beşdarî tetbîqata leşkerî ya Îsraîlê ku li nêzîkî sînorên Lubnanê birêve diçe bû û li wir bi pilebilindên artêşê re civiya.
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê dema serdana xwe ragihand: “Heger Hizbûllah xetayekê bike û şerê Îsraîlê bide destpêkirin, em ê bi hemû hêza xwe li wan bidin.”
Gallant herwiha diyar kir, Îsraîl dema neçar bibe, dizane bê çawa li dijminê xwe bide û gelê xwe biparêze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin