James Jeffrey vê mehê xanesîn dibe

10 November 2020 01:52 0 dîtin
James Jeffrey vê mehê xanesîn dibe

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê û hem nûnerê koalîsyonê ya li dijî DEAŞ ê James Jeffrey, di vê mehê de wê weka xaneşînekî ji ser wezîfa xwe derê. Pompeo di ragihandina xwe ya nivîskî de weha got:

“ Li dor 2 salaye nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê û hem nûnerê koalîsyonê ya têkoşîna li dijî DEAŞ ê James Jeffrey, dê vê mehê xaneşîn bibe. Jeffrey bo çareseriya krîza Sûriyê û hem bo têkbirina DEAŞ ê serkeftinên baş bidest xistiye. Jeffrey di sala 2019 an de bo agirbesa navbera HSD ê û Tirkiyê, destekê da min û cîgirê serok Pence.”

Pompeo got ku dê niha cîgirê musteşarê wezareta karên derve û hem nûnerê taybet yê Sûriyê Joel Rayburn bibe nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê.

Mike Pompeo bo birêvebirina nûnertiya komisyona têkoşîna li dijî DEAŞ ê, koordînatorê Têkoşîna bi Terorê re Nathan A. Sales tayîn kiriye.