Japonya dorpêçan danî ser Rûsyayê
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Japonyayê Yoşimasa Hayaşi, li ser refrandûma Ukraynayê ku hinek herêman bi federasyona Rûsya ve girêda, kesên ku raste rast bi mijarê ve têkildarin, wê dropêçan deyne ser wan. Hayaşi weha got:
“Eger em li ser rewşa Ûkraynayê biaxifin, wê Japonya heyiyên kesên ji herêmên rojhilatê Ûkraynayê û hinek kes ji Rûsyayê wê malên wan desteser bike. Van kesan, herêmên Ûkraynayê yên ku em dibêjin ji aliyê Rûsya de hatine îlhaqkirin, têkiliyên wan rasterast bi girêdana axa Rûsya re heye û biryara ji bo wan, di encumena wezîran de hat dayîn.”
Di lîsta dorpêçan de serokwezîrê Rûsyayê Mihail Mişustin, seroka konseya federasyonê Valentina Matviyenko, cîgirê serokê konseyê Dmitriy Medvedev, wezîrê bergiriyê Sergey Şoygu û serokê Çeçenistanê Ramzan Kadirov hene. Serokê grûba medyayê yê Rossiya Segodnya û rêvebira weşana giştî yê RT yê Margarita Simonyan û şampiyona olîmpiyatê Alina Kabayeva jî di nav lîstê de ne ku bi temamî dike 58 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin