Ji CENTCOMê daxuyaniya êrîsa Minbicê…

17 January 2019 12:40 0 dîtin
Ji CENTCOMê daxuyaniya êrîsa Minbicê…

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) derbarê êrîşa doh 16ê Çile li Minbicê de daxuyanî da.

Centcomê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşê de 4 welatiyên Amerîkî can dane û diyar kir, “Li gor raportên destpêkê windahî bi encama teqînê çêbûne û bûyer di lêpirsînê de ye.”

CENTCOMê got, "16ê Çileya 2019an dema civîneke herêmî li Minbicê, 2 leşkerên Amerîkî, yek ji wan karmendê Wezareta Parastinê yê sivîl û karmendekî bi peyman can dan. 3 leşker birîndar bûn.”

Hat zanîn ku karmendê peymanî yê sivîl ku can daye jî wergêrê civînê bûye.