Ji Fransayê biryara welatên Afrîkayê…
PeyamaKurd – Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê Sebastien Lecornu, ragihan ku wan hevkariya leşkerî ya bi Gabonê re bidawî aniye.
Lecornu, ji rojnameya Le Figaro re rewşa herdu welatên Afrîkayê Gabon û Nîjerê ku darbeya leşkerî hatiye kirin, nirxandin kir.
Lecornu da zanîn ku rewşa Nijer û Gabonê ji hevdu cuda ye û li Nîjerê leşkerên nerewa serokomar ji erka wî xistine, lê li Gabonê jî leşker dibêjin, hikûmetê pabendî bi yasayan û hilbijartinan nekiriye.
Lecornu ragihand ku li ser ewlekariya hilbijartinan gelekî pirs hene û lewma jî wan hevkariya leşkerî ya ligel Gabonê niha bidawî aniye.
Wezîrê Fransî herwiha diyar kir ku çi dibe bila bibe, ew ji ewlehiya balyozê Fransa yê li Nîjerê berpirsiyar in û dê ewlehiya wî pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin