Ji Moskow û Kîevê pevguhertina dîlan
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Rûsya û Ûkrayna wê bi navbeynkariya Îmarata Ereb, roja Çarşemê pevguhertina dîlên şer pêk bînin.
Medyaya Îmaratê, li ser zarê rayedarên Wezareta Derve ya vî welatî ragihand ku Îmaratê, ji bo pevguhertina nêzîkî sed dîlan aliyan razî kiriye.
Li gorî Bloombergê jî, Rûsya û Ûkrayna, ji bo pevguhertina 90 dîlên şer, li hev kirine û ev yek wê îro pêk bê.
Ev pevguhertin wê bibe yek ji gelek pevguhertinên dîlan ên li seranserê şerê berdewam di navbera her du welatan de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin