Ji serkirdeyên Iraqê peyamên Cejna Newrozê…

20 March 2023 19:13 0 dîtin
Ji serkirdeyên Iraqê peyamên Cejna Newrozê…

PeyamaKurd – Serokomar, Serokwezîr û hejmarek kesayetiyên siyasî û olî yên Iraqê ji bo cejna Newrozê peyamên pîrozbahîyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şandin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di peyama xwe de got: “Bi boneya Cejna Newrozê, pîrozbahiyê li we û gelê Kurd ê xweşewîst pîroz dikim, hêviya aramî û aşitiyê ji bo gel û welatê me dixwazin.”

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd peyameke pîrozbahiya cejna Newrozê pêşkeşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û got: “Germtirîn û xweştirîn pîrozbahiyên xwe pêşkeşî we dikim û hêvîdar im ev cejn bibe sedema bextewerî û xweşguzarî ji bo her kesî û pêşketin û bexteweriya zêdetir ji bo gelê me.”

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Iyad Elawî di peyama xwe ya Newrozê de diyar kir: “Hêvîdar im Newroza îsal bibe destpêka bihêzkirina biratî û pêkvejiyana aştiyane ya gelên Iraqê.”

Patrîkê Dêra Rojhilat a Aşûriyan li Cîhanê Mar Awa yê III di peyama xwe ya ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şandiye de dibêje: “Cejna Netewî ya Kurd û Sersala Kurdî (2723) bi derfet dizanim ku germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkeşî we û gelê Kurd bikim.”

Mar Awa dide xuyakirin: “Di demeke kin de min pêşketinên mezin dît ku di heyama desthilatdariya Mesrûr Barzanî de di warê ewlehî, aborî, azadiya derbirînê, mafên jinan û handana ciwanan ji bo pişt bi xwe bibestin û hêza xwe nîşan bidin dirust bûne, ji ber vê yekê ez gelek bi paşeroja Herêma Kurdistanê geşbîn im.”