Ji Serok Mesûd Barzanî peyama spasiyê

05 April 2018 21:32 0 dîtin
Ji Serok Mesûd Barzanî peyama spasiyê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo peyamên serxweşiyê yên li ser wefata Dilovan Îdrîs Barzanî spasiya hemû aliyan kir.


Peyama Serok Mesûd Barzanî bi tevahî li jêrê ye;

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.

Spasiyên xwe yên bê payan pêşkêşî hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê û aliyên siyasiyên Kurdistan û Iraq û Konsol û nûnerê welatan û kesayetiyên olî û nûnerê pêkhatên neteweyî û olî û rêxistinên civakî û medenî û kesayetiyên siyasî û civakî û çandî û akademî û werzîşî û fermande û hêzên qehremanên Pêşmerge û Asayîş û Polîs û berpirsên îdarî û siyasî û hemû çîn û tuwêjên Herêma Kurdistan û Iraq û hemû Kurdistaniyên azîz li her çar parçe û derveyê welat dikîn ku zehmetê kêşan û beşdarî li pirse û serxweşiya xwedê jêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî kirin û hevsozî û hevxemiya xwe derbirîn û xema me kêm kirin.


Li vir da bi pêwîst dizanim spasî wan hemû birêzên derve û navxweya Kurdistan û Iraq û serkirde û berpirs û kesayetiyê welatan bikim ku li rêya telefon û biruske û peyamên serxweşiyê yan bi her awayek ku karîn li xema me da hevpar bûn.


Pêzanînên min ji bo wan hemû xelkên li rêya nêzîk û dûrve hatibûn û erk kêşan û li xema me beşdar bûn. Spasî taybetî ji bo malbat û kesukarên şehîdan û enfalkiriyan ku hevxemiya xwe ji bo me derbirîn. 


Hevsozî û hevbeşiya xelkê azîzê Kurdistanê, li xem û pirse û serxweşiyê da ji bo me herdem cihê rêz û teqdîre û cihê şanaziya meye. Spasî hemwelatiyên xweşdiviyê bajaroka Selaheddîn dikim ku li van çend rojan da tehemula zehmetî û qelebalixiyê kirin û mîhvandariya xelkê kirin. Her wiha spasî erk û keda hêzên asayîş û polîsan dikim ku erkê rêxistina rê û ban û asayîş li ser milê wan bû. Hêvîdarim hemû aliyek ji êş û nexweşiyê dûr bin û Xwedayê mezin xêra we hemûyan binivîsê û dilovaniya xwedê li koçkiriyên we yên hemû aliyek bê.