Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama serxwesiyê

06 September 2020 09:26 0 dîtin
Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama serxwesiyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya koça dawî ya Pêşmerge û têkoşerê naskirî yê kurd Elî Sincarî peyameke serxweşiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî, di peyama xwe de got, “Mixabin min xebera koça dawî ya têkoşerê naskirî Elî Sincarî bihîst. Serxweşiyê li malbata we ya birêz dikim. Xwedayê mezin merhûm bi behişta xwe şad bike û aramî û hederê bide malbat dost û hezkiriyên we.”