Kamala Harris, Donald Trump pîroz kir
PeyamaKurd – Namzeda partiya demokrat ya DYAyê Kamala Harris bi sedema ku dihilbijartinê de Donald Trum biserket û bû serokê DYAyê, di rêya telefonê de lê geriya û Trump pîroz kir.
Ev, tê vateya ku Harris hlbijartinê wenda kiriye û Harris ji Trump re behsa girîngiya pêvajoya dewrkirina erka serokatiyê ya aştiyane kiriye.
Cîgirekî Harris ji bo kanala CNNê daxwuyanî da û got ku Harris di rêya telefonê de Trump pîroz kiriye. Cîgirê Harrisê gotiye:
“Harris, li serokê hilbijartî li Trump geriyaye û ji ber hilbijartina 2024an qezenc kiriye Trump pîroz kiriye. Harris, di axaftinê de behsa pêvajoya dewrkirina erka serokatiyê ya aştiyane kiriye û behsa girîngiya ku Trump divê bibe serokê temamê Amerîkayiyan kiriye.”
Wê Trump, di 20.10. 2025an de sond bixwe û bi fermî dest bi seroklatiya DYAyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin