Kampa penaberan sewitî û bû terraf

25 May 2024 18:23 0 dîtin
Kampa penaberan sewitî û bû terraf

PeyamaKurd – Li Bangladeşê li bajarê Cox's Bazarê di kampa misilmanên Arakaniyan de şewat derket û 230 cîh bi temamî şewitîn. Di encama şewatê de jî 200 mal zerarê dîtin.

Li Bangladeşê li dora 1 milyon kes ji ber derba leşkerî ya li Myanmarê reviyabûn û ku piraniya wan misilmanên Arakanî ne. Kampa ku şewat lê derketiye kampa jimare 13 ye.

Wezîfedarê îtfaiye û parastina sîvîl ya Ukhiyayê Şafîqul Îslam ji mijarê de got ku di encama şewatê de 10 kes birîndar bûne.