Kamyonên alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku qemyonên alîkariyên mirovî hildigirtin, derbasî Sûriyeyê bûn ku ji ber erdheja li Mereşê gelek bandor li vê derê bû. Hat ragihandin ku Tirkiye jî li ser vekirina deriyekî sînorî ji bo xaka di bin kontrola rêveberiya Sûriyeyê de ye.
Di daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) de hat eşkerekirin, do 14 kamyonên alîkariyên mirovî ji Tirkiyeyê derbasî Bakurê Sûriyeyê bûne.
Li gorî DWyê ku ji zarê Berdevkê IOMê Paul Dillon da zanîn, "Ev karwan ji bo alîkariya kesên ku ji ber erdheja hovane koçber bûne, sobeyên elektrîkê, kon, betanî û tiştên din hildigirin."
Li ser vekirina deriyekî sînorî
Rayedarekî Tirkiyê ji Reutersê re ragihand, Tirkiyê jî li ser vekirina deriyê sînorî yê ku derbasî xaka di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de dibe difikire û di vê çarçoveyê de derbasbûna Hatay û parêzgeha Laziqiyê ya di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye dikare were vekirin. Di vê rewşê de wê alîkariyên erdhejê rasterast ji bo herêmên di bin kontrola Serok Beşar Esed de bên şandin. Hat eşkerekirin, Tirkiye jî li ser vekirina deriyê sînorî yê ji bo Idlibê difikire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin