Kemal Kerkûkî bersiva Qeys Xezelî da
PeyamaKurd - Serokê encûmena rêveberiya Kerkûk- Germiyanê yê PDKê Dr. Kemal Kerkûkî derbarê dijatiya vekirina binkeyê dagirkirî yê PDKê li Kerkûkê bersiva emîndarê giştî yê Esayîb Ehl El Heq Qeys Xezelî da.
Qeys Xezelî li ser hesabê xwe yê Twitterê dijatiya xwe bo vekirina binkeyê PDKê ragehand, ku 2 sale ji aliyê hêzên Iraqî ve hatiye dagir kirin.
Li hember vê serokê encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Dr. Kemal Kerkûkî ji basnewsê re ragehand: ‘’Ji ber rêza me ji serokwezîrê Iraqê re û giştî dilsozê gelê Iraqê yê resen heye û ew hewayê erênî yê di navbera Hewlêr û Bexdayê derketiye holê, ji ber wê me heta naha sebir kiriye û dengê xwe nekiriye. Eger na ne ji ber Qeys Xezelî û ne jî Rakan Cibûrî û ne jî Seed Herbiye ne ew kesin ku bi rihetî li ti binkeyekî PDKê wisa birûnên.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin