Kestiyên 3 welatan hatin hedefgirtin

02 July 2024 19:36 0 dîtin
Kestiyên 3 welatan hatin hedefgirtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hûsiyên Yemenê yên Îran piştevaniya wan dike car din êrîşê keştiyên bazirganî li Deryaya Sor kirine.

Hate diyarkirin ku Hûsiyan çar keştiyên barhilgir ên Amerîka, Brîtanya û Îsraîlê li Deryayaa Sor, Uman, Deryaya Navîn û Okyanûsa Hindî kirine armanc.

Berdevkê Husiyan Yehya Serî li ser êrîşê daxuyanî daye û gotiye, operasyona yekem ji aliyê hêzên moşekî ve bi zincîreyek moşekên bask ve keştiya Îsraîlî li Derya Umanê hatiye hedefgirtin.

Hate gotin, êrîşa duyemîn li ser keştiya petrolê ya Amerîkî Delonex li Derya Sor hate kirin.

Berdevkê Hûsiyan Yahya Serî daye xuyakirin ku êrîşa sêyemînli ser keştiya daketinê ya Brîtanî li Okyanûsa Hindê hatiye kirin.

Herwiha êrîşa çaremîn jî ji aliyê hêza moşekî ve bi ser keştiya Lucky Sailor (Lakî Saylor) li Derya Spî hatiye kirin ku hîn ev êrîş nehatine piştrastkirin.